Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Hunermendan dê li ser projeyê biaxivin
Botan Times
15/04/2025
Ekîba performansa "Dengbêj in the Disco" dê îro siet 15:00 (li gor sieta Botanê) di bernameya "Dora pirsê ya te ye" de beşdarî hevpeyvîneka zindî bibe.
Hunermend Hêja Netirk, danser Sarîna Panahîdeh û dramaturg Mesut Alp dê li ser projeyê biaxivin.
Bername dê ji alîyê Murat Bayram ve bê pêşkêşkirin û dê li ser kanala YouTubeyê zindî bê weşandin. Tê hêvîkirin ku ev hevpeyvîn bibe fersendeka baş ji bo hunermendên vê performansê da ku wan gotina xwe bi rêya kanala dîjîtal bigihînin girseyeka berfirehtir.
Di "Dengbêj in the Disco" de Hêja Netirk û Sarîna Panahîdeh hunera dengbêjîyê ya kevneşop û danserîyê bi hev re dihonin. Di performansê de Netirk rola jineka dengbêj dilîze ku tradîsyonî ev rol piranî ji bo mêran e.
Ev performans li ser pirsgirêkên nasnameya zimanî û çîroka keseka ku di navbera du çandan de dijî disekine.
"Dengbêj in the Disco" di 6ê Adarê de li Hamburgê dest pê kiribû û heta 8ê Adarê dom kiribû. Di derbarê vê performansê de Netirkê gotibû: "Dema ez bi miletê xwe re diaxivim, ez dibêjim: 'Ez li surgûnê me.' Dema ez bi kesên dî re diaxivim, ez dibêjim: 'Ez penaber im.' Ka em li ser vê biaxivin."
Tê hêvîkirin ku di hevpeyvînê de dê hunermend li ser pirsên nasnameya kurdî ya li Ewropayê, çalakîyên hunerî yên li derveyî welat û astengîyên li pêşiya hunermendên penaber jî biaxivin.
Çavkanî: https://www.lichthof-theater.de/
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...