Erdhejên 6ê Sibatê: Nasnameya 16 zarokan hê jî ne diyar in

Erdhejên 6ê Sibatê: Nasnameya 16 zarokan hê jî ne diyar in
Erdhêj Diyarbekir

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ragihandiye ku ji 1914 zarokên ku di erdhejên 6ê Sibatê da di bin kavilan da mane û hatine derxistin jê 1808 zarok radestî malbatên wan hatine kirin.

Wezaretê  li ser hesabê xwe ya Twîtterê daxuyanîyek weşandiye. Di daxuyanîyê da 1914 zarokên ku ji bin kavilan hatine derxistin tomarkirine. Piştî kontrola nasnameyan û tesbîtkirina nasnameyan 1808 zarok radestî malbatên wan hatine kirin.

Di daxuyanîyê de hatiye destnîşankirin ku 71 zarok di bin çavdêriya saziyê da ne û ji wan nasnameya 16 zarok hêj nehatine tespîtkirin.

Pêvajoya tedawiya 26 zarokan li nexweşxaneyan berdewam dike.
Hat ragihandin ku 9 zarokên ku di qeydên Wezaretê da bûne, li nexweşxaneyê dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.

Her weha di encama xebat û lêkolînên Rêveberiya Karesatan a Sîstema Zanyarî ya Malbatan de mirina 514 zarokan tespit bûye.

Çavkanî /bîanetkurdî

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.