Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Di nav şerê Sûriyê de Kurd niho tenê û lawaz mane. Dibe ku rewş di paşerojê de xirabtir bibe
Piştî hilweşîna rejîma Sûriyê, rewşa Kurdan bi tevahî guheriye. Artêşa Neteweyî ya Sûriyê (SNA) bi piştgirîya Tirkiyê bajarê stratejîk ê Manbicê desteser kiriye û niho berê xwe daye bajarên dî.
SNA'yê di 1ê Kanûna pêşiyê de, Tel Rifat, bajarokeka girîng a nêzî sînorê Tirkiyê, ji destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) girtiye. Piştî hefteyekê, şervanên SNA'yê ketine nav Manbicê. Ev pêşketinên dawîyê nîşan didin ku êrîş ber bi Kobanê ve diçin, bajarê ku di sala 2015ê de li hemberî DAIŞê hatibû parastin.
Serokê Tirkiyê Erdogan berî demekê ragihandibû ku dê "herêma ewle" ya li bakurê Sûriyê berfirehtir bike. Bi êrîşên SNA'yê re xuya dibe ku ev plan dest pê kiriye. Li gorî çavkanîyan, Erdogan dixwaze hemû herêmên di bin kontrola HSD'ê de desteser bike.
HSD hîn jî xwedî piştgirîya Amerîkayê ye. 900 leşkerên Amerîkî li herêmê ne û ev yek parastina HSD'ê pêk tîne. Lê analîzên The Economist nîşan didin ku Erdogan dê hewl bide Trump qaneh bike ku van hêzan vegerîne.
Di vê navberê de, Erdogan derîyek ji PKKê re vekirî hiştiye. Di axaftineka xwe de gotiye ku heke çekên xwe deynin, rê dê ji wan re vebe. Dewlet Bahçelî, hevpeymana wî ya sereke, ji Abdullah Öcalan xwestiye ku dev ji tundiyê berde û rê ji bo gotûbêjan vebe.
Çavkanî:
The Economist
Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...