B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bernameya xwe ya îsal eşkere kir.
Festîval îsal 42’yemîn car dê li dar bikeve.
Lî gor nuçeya Diyarnameyê 134 fîlmên metrajdirêj, 29 kurtefîlm bi ser 150 re fîlm têne were pêşkêş kirin. Di nav bernameyê de hin fîlmên derhênerên kurd jî hene.
Di festîvalê de çend derhênerên kurd di beşên cuda de bi fîlmên xwe cih girtine.
Ji van Ayşe Polat bi filmê xwe yê metraj dirêj “In the Blind Spot” (Li Cihê Tarî) di beşa Pêşbaziya Fîlmên Navneteweyî de cih gitiye. Polat bi vî filmê xwe îsal beşdarî Festîvala Fîlman a Berlînê Berlînaleye jî bûbû.
Di beşa Pêşbaziya Kurtefîlman de sê derhênerên kurd bi kurtefîlmên xwe cih girtine.
Derhêner Aram Dildar bi kurtefîlmê xwe “Navnîşan”, derhêner Yilmaz Ozdil jî bi “Aforoz”ê û Kasim Ordek jî bi “Birlikte, Yalniz” di pêşbaziyê de ye.
Derhêner Hêlin Çelik jî bi belgefîlmê de “Anqa”yê di beşa Pêşbaziya Belgefîlman de cih girtiye.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...