National security became a weapon against journalism - RSF
Reporters Without Borders (RSF) has released a troubling new report, identifying national security as the new weapon deployed by states
Kurtefîlma Afarozê ya derhênerê kurd Yilmaz Ozdilî li 17emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Riverê, Xelata Baştirîn Kurtefîlma Mafên Mirovan wergirtîye.
Aforoz heta niha beşdarî zêdetirî 50 festîvalan bûye û li 8 festîvalan jî xelat wergirtîye.
Kurtefîlma Aforozê li Yunanistan, Swêd û li Festîvala Duhokê ya Navnetewî xelatên baştirîn kurtefîlmê wergirtine.

Filmê, herî dawî li Festîvala Riverê ya Îtalyayê, ku weke yek ji festîvalên herî biprestîj tê zanîn, xelata baştirîn kurtefîlmê bi dest ve anî.
Yilmaz Ozdîl, yek ji derhenerên kurd e ku di van salên dawî da fîlmên wî rastî elaqeyeka mezin tên û li festîvalên seranserê cîhanê tên nimayişkirin.
Fîlma Yilmaz Ozdîl, Barê Giran jî salên borî beşdarî gelek festîvalan bûbû û bi dehan xelat wergirtibûn.
https://vimeo.com/709803651
Senaryoya fîlma Aforozê ji alîyê Yilmaz Ozdîlî ve hatîye nivîsin. Fîlm, Hîzana Bedlîsê hatibû teswîrkirin.
Çîroka Aforozê behsa rêwingî û rasthatina Ziko ve Lalo dike. Ziko, kesekî şêt û aqilsivik e ku di xewna xwe da sûcekê dike û ji ber vî sûcî bi biryara gundîyan ji gund tê derxistin û Ziko, dixwaze xwe bigihîne bajêr û di rê da jî Lalo dibîne û çîroka wan dest pê dike.
Sala 1979an li navçeya Gever a Colemerêgê ji dayik bûye. Mastera xwe ya sînemayê li Zanîngeha Panthéon Sorbonne temam kirîye û sala 2013an li Zanîngeha Sorbonne Nouvelle derçûyê doktorayê ye, li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê mamosta ye. Aforoz, duyemîn fîlma wî ya honakî ye.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...