B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Fîlma Gava Şitil Mezin Dibin a ji alîyê Komîna Fîlman a Rojava ve hatiye çêkirin, li 10emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Fîlman a Mafên Mirovan a Kolombiyayê hatiye xelatkirin.
Li gor nûçeya Dîyarnameyê fîlm, xelata fîlma herî serkeftî a navneteweyî wergirtiye.
Ji 30 welatan, 30 fîlm beşdarî festîvalê bûne û festîval 19ê tebaxê hatiye lidarxistin.
Derhenerîya fîlmê Rêger Azad Kaya kiriye û Çîroka fîlmê li bajarê Kobanîyê yê rojavayê Kurdistanê derbas dibe. Huseyîn û malbata xwe ya li Kobanîyê dijîn û bi firotina mastî debara xwe dikin. Huseyîn û keça xwe Zelal ji bo mastî bifroşin berê xwe didin bajêr. Dema li kolanan digerin û hewil didin mastî bifroşin rastî zarokekî bi navê Hemud tên.
Fîlma Gava Şitil Mezin Dibin beriya niha jî li Ûrûgûay û Japonyayê jî xelatan girtibû.
Tê gotin dê vê mehê fîlm li Portekîzê li Festîvala Fîlman a Perîferîasê û li Swêdê li Festîvala Fîlman a Vasteras û Nordîcê bê nîşandan.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...