Fînala Lîga Şampîyonan: Xwedîyê kupayê Manchester City ye
Fînala Lîga Şampîyonan a UEFAyê duh (10ê Hezîranê) bi mazûvanîya Stenbolê hat lidarxistin.
Inter Milan û Manchester City di asta klûban da ji bo kupaya herî mezin a futbola Ewropayê di pêşbirka fînalê da hatin hemberî hev.
Manchester Cityê bi 1-0ê Înter Milan têk bir û bû şampîyon.
Bi vî awayî tîma Îngilîzî di dîroka xwe da yekem car kûpa bir mûzeya xwe.
Inter piştî salên 1964, 1965, 1967, 1972 û 2010an di kûpaya herî girîng ya asta klûban ya fûtbola Ewropayê da cara 6emîn derdikeve fînalê.
Manchester City jî di Lîga Şampiyonan da cara duyem e derdikeve fînalê.