Mutlu Can: Ganî amancê ma yo bingeyên vilabîyayîşê ziwanê standardî bo
Avaşîn Yılmaz Bi kirmanckî/zazakî wendegehan de perwerde çin yo. Statu û resmîyetê ziwanê ma zî çin o. Ziwanê ma
Fransayê roja Pêncşemê bang li Tirkîye û Macaristanê kiriye ku endamtîya Swêdê ya li NATO bipejirînin.
Li gor nûçeya VOA Kurdîyê wezîra Derve ya Fransa Catherne Colonna li Helsînkî ji rojnamevanan re gotiye ku ew dixwazin Swêdê êdî wek endameke NATO bibînin.
Colonna dîyar kir ku ew dixwazin bibînin ku Tirkîye û Macaristan berpirsîyên lihevkirnê bi cîh bîne.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di rojên borî de got ku ger Washington ji Enqerê re rê li ber kirîna firokên F-16 veke ewê jî li ser soza xwe ya jibo Swêdê bisekinin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...