Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Fransa dê di 24ê Çirîya pêşînê de konferanseka navneteweyî li ser krîza Libnanê pêk bîne. Ev konferans dê li ser rewşa siyasî û alîkariya mirovî be.
Konferans dê hewl bide civaka navneteweyî mobilîze bike. Ew dê bala xwe bide ser alîkariya lezgîn ji bo gelê Libnanê. Herwiha dê li ser piştgiriya saziyên Libnanê, bi taybetî Hêzên Çekdar, bifikire.
Di konferansê de pêkhatîyên herêmî û navneteweyî yên Libnanê dê beşdar bin. Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên civaka sivîl jî dê beşdar bin. Îsraîl nehatiye vexwendin. Ne diyar e ka nûnerên siyasî yên Libnanê dê beşdar bibin an na.
Fransayê têkiliyên dîrokî bi Libnanê re heye. Fransa û Amerîka ji bo agirbestê hewl didan. Lê Îsraîlê Beyrûd bombebaran kir û serokê Hizbullahê Hesen Nesrullah kuşt. Paşê Îsraîlê êrîşeka bejahî dest pê kir. Bi hezaran kes ji cihê xwe bûn.
Frensa dixwaze banga rawestandina şerî bike. Ew dê çareseriyeka dîplomatîk pêşniyar bike. Frensa dibêje ku hilbijartina serokatiyê divê gava yekem be.
Çavkanî: Reuters, Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...