Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Li gor daxuyanîyeka Wezareta Karên Derveyî ya Fransayê ya 27ê Çirîya paşîyê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li hemberî Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî (ICC) xwedîya mafê parastina dîplomatîk e.
Wezîrê Karên Derveyî yê Fransayê Jean-Noël Barrotî gotiye ku welatê wî dê erkên xwe yên navneteweyî bi cih bîne, lê divê mafê parastina dîplomatîk a serokên dewletên ku ne endamên ICCyê ne jî bê parastin. Îsraîl ne endama ICCyê ye.
ICCyê di vê mehê de biryara girtina Netanyahuyî, Wezîrê Berevanîyê yê berê Yoav Gallantî û Fermandarê Leşkerî yê Hamasê Mohammed Deifî derxistiye. Serokê Karên Derveyî yê Yekîtîya Ewropayê Josep Borrellî gotiye ku ev biryar 'mecbûrî' ye û divê bê bicihkirin.
Fransa, berevajî hin welatên Ewropayî, helwesteka zêdetir baldar girtiye. Barrotî cara yekem e ku behsa îmkaneka parastina dîplomatîk kiriye.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...