B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Freedom House (Navenda Azadîyê) ya navend li Washingtonê ye cezayê li Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu hatiye birîn şermezar kir.
Navenda Azadîyê ji Twitterê da zanîn ku biryara dadgehê ya ser Îmamoglu zerarê dide îradeya hilbijêran.
‘’Hikûmeteke demokratîk ji muxalefeta sîyasî natirse’’ Navenda Azadîyê nivîsî.
Wê sazîya sîvîl bang li dadgehê kir ku biryara ser Îmamoglu betal bike.
Dadgeheke Stenbolê do Çarşemê jiber heqareta li endamên lijneya hilbijêran 2 sal 7 meh 15 roj cezayê zindanê li Îmamoglu birî.
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî, ku wek partîyeke pro-Kurd tê naskirin, di nav de muxalefeta Tirkîyê ser biryara dadgehê bertekên tund nîşan da.
Rêberên muxalefeta Tirkîyê dê îro Pêncşemê li Saraçxaneyê mîtîngekê çêkin.
Li ser Twitterê hin profîlên Kurd yên şopîner-zêde dibêjin ku divê Kurd neçin vê mîtîngê, lê hin jî piştgirîyê didin Îmamoglu.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...