Mutlu Can: Ganî amancê ma yo bingeyên vilabîyayîşê ziwanê standardî bo
Avaşîn Yılmaz Bi kirmanckî/zazakî wendegehan de perwerde çin yo. Statu û resmîyetê ziwanê ma zî çin o. Ziwanê ma
Dengdayîna ji bo tûra duyemîn a Hilbijartina Serokkomarîyê sibê li seranserê Tirkiyeyê dê di saet 08.00î da dest pê bike û dê di seat 17.00an da jî wê bi dawî bibe.
Ji bo hilbijartinê li 81 bajêr û 973 navçeyên welêt ji 191 hezarî zêdetir sindoq dê bên danîn. 60 milyonî zêdetir dengdêr jî wê rayê bikarbînin.
Serokkomarê Tirkiyeyê yê ku bê hilbijartin dê 5 salan li ser wezîfeyê be.
Di tûra duyemîn a hilbijartinê da pêşbazî di navbera Recep Tayyîp Erdoganê namzedê Îtifaqa Cumhurê û Kemal Kiliçdarogluyê namzedê Îtifaqa Milletî da ye.
Hêjayê bibîrxistinê ye ku kilbijartina Serokkomarîyê a ku maye tûra duyemîn, Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,40, Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 44,96, Sînan Ogan jî ji sedî 5,2û dengan stendibû.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...