Mutlu Can: Ganî amancê ma yo bingeyên vilabîyayîşê ziwanê standardî bo
Avaşîn Yılmaz Bi kirmanckî/zazakî wendegehan de perwerde çin yo. Statu û resmîyetê ziwanê ma zî çin o. Ziwanê ma
Her sal li seranserê cihanê bi sed hezaran mirov dizewicin. Elbet proseya zewacê li her deverê cihanê ji hev diguhere. Li her deverê şêweya zewacan li gor çand û kevneşopîyê ji hev cuda dibin. Ji ber vê yekê jî mesrefên ji bo dewatan tên kirin ciyewaz in.
Li gor daneyên nûçeya E Timesê em hîn dibin ku ew kesên ji bo zewacê zêde mesref dikin, îhtimala veqetîna wan kesan zêdetir dibe. Perwerdekarên ekonomîyê Andrew Frencis Tan û Hugo M Mialon li ser ve babetê lêkolînekê kirine. Wan li Amerîkayê li ser serpêhatîyên zewac û dewetê ên zêdetirî 3000 kesan lêkolînan kirine. Lî gor wê lêkolînê, îhtimala cudabûna wan kesên ku ji bo zewaca xwe derdora 2000 dolarê mesref kirine 1.6 kêmtir e ji yên ku derdora 20.000 dolar mesref kirine.
Dema em vedigerin ser îstatîstîkên TÜİKê yên zewac û cudabûnê yên 2022yan em dibînin ku sala çûyî herî zêde zewac li Rihayê û yên herî kêm jî li Dêrsimê bûne.
Veqetînên herî kêm jî li Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Bedlîs û çend bajarên din ên kurdan e.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...