Îranê bi dronan êrîşî ofîsa Mesrûr Barzanî kiriye
Dronên Îranê îro li Hewlêrê nivîsîngeha taybet a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û mala Rêveberê Ajansa Parastinê kirine
Li şaredarê New Yorkê doz hatiye vekirin. Dozger îdia dike ku şaredarê New Yorkê Eric Adamsî ji dîplomat û karsazên Tirkiyeyê rişwet/bertîl standiye.
Li gor doza li şaredarî hatî vekirin karsazan ji bo kampanyaya hilbijartinê jî piştgirîya şaredarî kirine. Ji ber ku qedexe ye kesên ne welatiyên Amerîkayê pereyan bidin namzetan wan karsazan pere dane xebatkarên xwe yên Emrîkî ku ew piştgirîya şaredarî bikin.
Herweha li gor îdianameyê şaredarî her car bilêda ekonomîk a THY (Rêyên Esmanî yên Tirkan) kiriye û şirketê jê re kiriye sinifa bilind.
Dema Turkevi (Mala Tirkan) hatî avakirin şaredar ji ber mineta Tirkiyeyê digel ku ne amade jî bû destûr daye bikaranînan avahiyê.
Tirkiyeyê bersiva van îdiayan nedaye.
Çavkanî: T24, Medyascope, NY Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...