Ger "Arsız Yeşillik" ya herî masûm be
Carinan dema mirov kitêbekê diqedîne tiştê di bîra mirov de dimîne ne ew ên vegêrandî ne, bes ew ên îmakirî
LEWerger kovareka wergera helbestê ye û bi hejmara xwe ya 3yem derketiye.
Lijneya weşanê ya LEWergerê ji 3 kesan pêk tê. Bi 3 zaraveyên kurdî, kurmancî, kirmanckî û soranî wergeran diweşîne.
Yeqîn H. ku yek ji edîtor û berpirsê LEWergerê û endamê Lijneya Weşanê ye çend meh berê li ser kovarê ji Botan Timesê ra wiha gotubû:
“Em siparîşan nadin û nabêjin filankes tu dikarî ji kerema xwe vê helbestê ji me re wergerînî. Helbest tiştekî zindî ye û jê re hez û hezkirî divê. Wergêr bi xwe lê digere, dibîne, dixwîne, daxilî nava wê dibe, jê hez dike. Helbest ne xwarinek e û wergêr jî ne ew kes e ku em kevçî bidin dêst û bêjin a ji te re kevçî û gerek tu wiha bixwî. Ya di navbera wergêr û wergerê de bi xwe jî hez û eşqek e ”

Di ve hejmarê da ji gelek zimanan helbest hatine wergerandin.
Hejmara yekem jî di 1ê îlona 2022an da derketibû.
Ji bo temamamîya nûçeya borî lînkê bitikîne: https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/ya-di-navbera-werger-u-wergere-de-bi-xwe-ji-esqek-e-1.html
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...