Hejmara nû ya Nûbihar Akademîyê hat weşandin

Share
Hejmara nû ya Nûbihar Akademîyê hat weşandin
Nûbihar Akademi

Hejmara 19em ya kovara Nûbihar Akademîyê hate weşandin.

Kovara akademîk a xebatên kurdî ya navneteweyî Nûbihar Akademî, bi dosyaya "Kurdê Zaza" hate weşandin. Di hejmara 19em ya kovarê da li gel dosyaya taybet ya "Kurdên Zaza"

çend gotarên muxtelîf jî cih digirin. Edîtorê dosyaya "Kurdê Zaza" Nûrettîn Beltekîn e. Herwiha nivîskar û lêkolerên wekî Ercan Çaglayan, Harun Bozkurt, Îlyas Akman, Okan Alay, Metin Çîftçî û Veysel Yildizhan di çarçoveya dosyaya taybet ya hejmara 19em da gotar nivîsîne. Nivîskarên wekî Nuh Bozkurt, Heval Batu û Huda Esmael Saleh bi nivîsar û gotarên cûda di vê hejmarê da cih digirin. Kovara akademîk Nûbihar Akademî ji 10 salan zêdetir e weşaneka perîyodîk dike û yek ji kovara akademîk ya kurdî ye.

Read more