Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman

Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman

Ger xwendina kitêbekê derîyekî veke, xwendina çend kitêban çend derîyan bi hev re vedikin. Vê dawîyê kitêba Hesenê Metê Labîrenta Cinan [1], kitêba Marquez Aşk ve Öbür Cinler [2] û kitêba Cheikh Hamidou Kane Mahrem Macera [3] bi hev re dixwînim. Her sê kitêb jî behsa taybetmendî û nexweşîyên civatên bindest dikin, ev her sê kitêb jî di cihoka xwendin, metafizîk û bîyo-polîtîkayê de diherikin.

Herwiha, muqayeseya metnên gelên bindest, ji alîyekî ve îlhambexş in, lê li alîyê din muqayeseyên bi vî rengî kêmasî û derengmayînên civatan jî derdixin holê. Gava em romana Hesenê Metê, bi muqayeseya romana C.H. Kane dixwînin, em dibînin ku di warê xwendin û felsefeya perwerdehîyê de, di navbera nivîskarên kurd û yên Afrîkayê de ferqeke muezem heye. Ya duyem gava em romana Marquez û ya Metê didin ber hev, dîsa em dibînin ku ji hêla estetîka realîzma efsûnî ve, di navbera nivîskarên me û yên Amerîkaya Latinî de cardin ferqek mezin heye. Çima gelo? Edebîyata me çima pirê caran bê sud e?

Labîrenta dagirkeran

Gava min metna Metê xwend û xilas kir, ya rastî tehmeke ronakgerî û kemalîst li ser zimanê min rûnişt. Divê ez li du vê tehmê bikevim, çimkî ev tehm ji çend alîyan ve bi jehr e.

Ne tenê xwendayên kemalîstan, çepgirên dinyayê jî, gundîtîyê wekî problemeke mezin dibînin. Du mînak: Marx di metneke xwe de digot ha gundîyek ha çewalekî kartolan. Û lê zêde dikir û digot gundî nikarin xwe temsîl bikin divê werin temsîlkirin. [4] Di romana xwe Yabanê de, Yakup Kadri wiha behsa gundîtîyê dikir: “ev gund ku ji serî heta binî dişibe xerabeyên Hitîtan, çi ferqa insanên vî gundî ji wan peykeran heye ku bi sedan salan e di binê erdê de veşartî û şikandî ne? [5]”  Ne tenê romanên tirkan, helbestên wan jî dijminatîyeke dijwar li hemberî gundîyan dikin. Serenavê helbesta Şukru Erbaş wiha ye: Çima kuştina gundîyan pêwîst e? û dewam dike: Ji ber ku /…./ bûdela, qebe, hîlebaz in/…./ ji ber ku ew li jina xwe dixin/…/ li mala wan kitêb, muzîk û resim tune/ tu caran diranên xwe firçe nakin…” [6]

Halbûkî bi saya lêkolînên Marc Bloch û Eugene Weber, îroj em baştir dizanin ku heta şerê cihanê jî, Fransa ne welatekî bajarî bû, kultura gundan û taşrayê li nava Parisê jî eyan bû. Li alîyê din her gund û her herem bi devokekê diaxivî û ji ber vê yekê zimanê Fransî heta şerê cîhanê ne zimanekî netewî bû. Bi saya modernîzm, febrîqe, sanayî, rê, mekteb û herwiha tevdîra şerê yekem tesîra gundîtîyê bi şûn ve ket û bajarîbûn kemilî. [7]

Di bin sîya van mînakan de em vegerin ser metna Metê ka jîyana gundan çawa teswîr kirîye. Li gor Metê gund meskenekî sade ye, keleha sabiteyê ye, qedexekirina guhertinê ye û saeteke bêpîl e. Gund ava goleke bînokî ye, kî devê xwe bike vê avê nexweş dikeve. Weke em zanin qerekterên romanê, mamoste Kevanot kesekî bajarî ye û bi vê bajarîya xwe dildarê keçeke koçer e. Nizanim çima oryantalîzmeke tehl li zimanê mamoste Kevanot dipiçike û dildara xwe weke gîhayekî egzotîk dibîne: “…hemû tiştên ku ez dizanim, jê re bi lêv bikim û jê re bibim alîkar, bila têbigêhîje, bila fêrî jîyana şaristanîyê bibe û bila bi awayekî şareza ji jîyanê bitahmije..” Ma ev e zimanê dildarîyê? Helbet na, ev ziman zimanê John Rolf e.  Ev zimanê spî, zimanê dergîsê Pocahontasê ye. Rolf jî ji bo dergîsa xwe wisa difikirî, dilşewat bû dixwest dergîsa xwe fêrî jîyana Londonê bike. Çima zimanê mêrekî kurd li hemberî dergîsa xwe ya koçer/gundî dişibe ingîlîzan? Çavkanîya vê self-kolonyalîzmê çi ye? Mêrekî kurd gava bibe xwenda û bajarî çima dewa efendîtîyê dike?

Li ser gunditîyê jî carna atmosfera romanê, edebîyata kemalîzmê dixe bîra me. Wiha dibêje mamoste Kevanot bo gundîyan: “ Lê… nezan in, korfam in. Serê wan hişk û hişê wan zû bi zû di ber tiştan de naçe.” Herwiha dewam dike, “ne tenê mamosteyê zarokên wan, herweha ez ê mamostetîyê ji wan re jî bikim”.  [8] Dawîya romanê de jî mamoste, dilê xwe li gundîyan rihet dike: “Hûn çiqas ehmeq in, ….rebenên Xwedê, ehmeqên Xwedê….” [9] Çima, sedem? Ew gundîyên mamoste jê behs dike nêzikî du sed sal in li dijî dagirkerîyê li ber xwe didin, van gundîyan ji çil caran zêdetir serî hildaye. Ev gundî bûne keleha zimanê kurdan. Heta gava ev kitêb di sala 1994an de çap dibe, wê demê li seranserê welatî serhildan bû, gundîyan dewa heqê xwe dikir, doza welatekî serbixwe dikir, ji bo doza xwe li zîndana îşkence didît, bi hezaran ji wan failî-meçhul hatin kuştin û mezelê wan tunene.

Hemîyê bixwîne

Xwe belaş qeyd bike ji bo tu hemîya naverokê bibînî. Ev naverok bi tenê ji bo yên abone ye û abonetî belaş e.

Bûltena belaş bistîne
Ma ji xwe hesabekê te heye? Têkevê

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.