Salekê piştî çekên hatîn şewitandin
"Sê birayên min dema gerîlla bûn hatin şehîdkirin, xezûrê min bi êşkenceyê li girtîgehê hat kuştin, Kurê min... Ew
Philippe Lazzarini, serokê Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya Alîkarî û Karên Penaberan ên Filistînî (UNRWA), di hevpeyvîneka bi Al Jazeerayê re rewşa niho ya Xezeyê şirove kiriye. Lazzariniyî gotiye ku heta niho 226 karmendên wan hatine kuştin û her roj hejmara kuştîyan zêde dibe.
Lazzarini dîyar kiriye ku yek ji xurtîyên rêxistina wan ew e ku karmendên wan ji civaka ku ew alîkarîyê didinê tên. Ev yek dike ku tevî hemû xeteran, ew hê jî dikarin alîkarîya heyatî bidin civakê.
Li gorî Lazzarini, Îsraîl dixwaze UNRWAyê ji holê rake an jî bêbandor bike. Lê wî hişyarî daye ku ger UNRWA tune bibe, ev yek dê bibe felaketeka mezin. Wî gotiye ku ev yek dê bibe sedema qurbanîkirina yek milyon zarokên di bin 18 salîyê de li Xezeyê û dê bibe sedema zêdebûna hestên tolhildanê û tundîtîyê.
Lazzarini hişyarî daye ku ger Îsraîl bikaribe rêxistineka wek UNRWAyê ji holê rake, ev yek dê bibe mînak ji bo welatên dî jî ku heman tiştî bi rêxistinên din ên Neteweyên Yekbûyî bikin. Wî ev yek wek "vekirina qutîya Pandorayê" bi nav kiriye û gotiye ku ev yek dê sîstema navneteweyî ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatiye avakirin, bêhtir qels bike.
Çavkanî: Al Jazeera, Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...