Hilbijartinên DYAyê: Pêşbirka tund a Harris û Trumpî

Share
Hilbijartinên DYAyê: Pêşbirka tund a Harris û Trumpî
Amerîka hilbijartin

Di dîroka DYAyê de yek ji pêşbirkên herî tund îro dest pê kiriye. Namzeda Demokrat Kamala Harris û namzedê Komarxwaz Donald Trump di pêşbirkeka weha de ne ku li gor pisporên hilbijartinê encam dikare bi tenê bi çend dengan bê dîyarkirin. Li eyaletên girîng pêşbirk welê hessas e ku dikare çend rojan encam dernekeve.

Destpêka dengdanê

Dengdan li Vermontê berî hemû eyaletan, di saet 5ê sibehê de dest pê kiriye. Piştî wê, bi rêzê li eyaletên rojhilat dest pê kiriye û ber bi rojava ve belav bûye. Li Connecticutê, Kentuckyê, Mainê, New Jerseyê, New Yorkê û Virginîyayê saet 6ê dest pê kiriye. Li Karolînaya Bakur, Ohio û Virginîya Rojavayê saet 6:30î dengdan dest pê kiriye û herî dawî li Hawayî di saet 12ê nîvrojê de dest pê kiriye.

Civînên dawîyê

Di civînên dawîyê de her du namzedan helwestên cuda nîşan dane. Harris li Filadelfîyayê li pêş Muzeya Hunerê bi beşdarîya Oprah Winfrey û Lady Gagayê civîneka hêvîdar pêk aniye. Wê bal kişandiye ser pêwîstîya xebatê û yekîtîyê. Li alîyê din, Trump li Pennsylvanîa, Karolînaya Bakur û Michiganê civînên dirêj pêk anine û heta derengîya şevê gef li Meksîkayê xwarine û êrîşî dijberên xwe kiriye.

Rewşa pêşbirkê

Pisporê navdar ê rapirsînan Nate Silver dîyar kiriye ku pêşbirk di dîroka DYAyê de yek ji yên herî teng e. Li gor hesabên wî Harris di %50.015 senaryoyan de bi ser dikeve. Ev yek nîşan dide ku pêşbirk bi tenê bi çend dengan dikare bê dîyarkirin. Li eyaletên girîng ên wek Michigan û Pennsylvanîyayê pêşbirk wekhev e û Trump di bazarên piştrastîyê de hê jî bi pêş e.

Guherînên Kongreyê

Ne tenê serokkomarî, herwiha desthilatdarîya Kongreyê jî di vê hilbijartinê de tê guhertin. Li gor analîzan Komarxwaz dikarin kontrola Senatoyê bistînin û Demokrat jî bi tenê 4 kursîyên nû têr dikin ku kontrola Meclîsê bi dest bixin. Ji 435 kursîyên Meclîsê tenê 40 heb di pêşbirkê de ne û ev 40 kursî dê çarenûsa desthilatdarîyê dîyar bikin.

Ewlekarî û tehlûke

Dezgehên ewlekarîyê yên DYAyê wek FBI, CISA û ONDIyê hişyarî dane ku welatên biyanî dixwazin mudaxeleyî hilbijartinan bikin. Li gor wan Rusya dixwaze bawerîya gel bi hilbijartinan kêm bike û Îranê jî êrîşên sîberî li ser kampanyaya Trumpî pêk anine. Bi taybetî li eyaletên swing ev tehlûke zêdetir e.

Dema encamê

Ji ber ku pêşbirk gelek hessas e, îhtîmal heye ku encam îşev dernekeve. Di sala 2020î de encam piştî 4 rojan derketibû û îsal jî rewş dikare weha be. Li Arizona, Nevada, Pennsylvania û Wisconsinê şimartina dengan dikare rojan bikişîne ji ber ku her eyaletekê prosedureka cuda heye.


Çavkanî: The Guardian, Botan Times

5ê Çirîya paşiyê 2024

Read more