Hilbijartinên li Spanyayê: 37 milyon hilbijêr diçin ser sindoqan
Li Spanyayê îro hilbijartinên giştî yên pêşwext tên lidarxistin. Tê gotin ku dê rastgir bibin desthilatdar.
Li welêt ji bo diyarkirina 350 parlamenter û 265 senatoran 37 milyon hilbijêr diçin ser sindoqan.
Li gor seata Tirkîyeyê li bendê ye dengdan di seat 21:00an da bi dawî bibe.
Favorîya hilbijartinê Partîya Gelî ye. Lêbelê ew bi tena serê xwe nikare hemû kursiyan bi dest bixe. Ji ber wê tê çaverêkirin ku Partîya Gel bi partîya rastgir Voxê ra hikûmeteka koalîsyonê ava bike.
Îspanya bi aborîya xwe di nava welatên Yekitîya Ewropayê da di rêza çaremîn da ye .
Her wiha serokê demkî yê Yekîtiya Ewropayê ye.