Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Kamala Harris li bajarê Phoenixê axavîye û gotiye "Pênc rojên me mane ji bo yek ji hilbijartinên herî girîng ên jîyana me."
Wê bi taybetî behsa mafên jinan kiriye û rexne li Trumpî girtiye. Ew dê piştre biçe Las Vegasê û li wê derê bi hunermend Jennifer Lopez û koma Manayê re dê beşdarî çalakîyekê bibe.
Trump di civîna xwe ya li New Mexîkoyê de îdîa kiriye ku Demokrat bi zorê dixwazin xelkê wesayîtên elektrîkî bikirin. Wî gotiye ev yek wek kiryarên "gestapoyê" ne. Lê li gor pisporên îqlîmê, wesayît yek ji sedemên herî mezin ên germ bûna rûyê erdê ne.
Şaredarê Albuquerqueyê Tim Keller daxuyandiye ku Trump ji sala 2019an vir ve 445 hezar dolar deyndarê bajêr e. Ji ber vê yekê wî îro nekarîye li navendeka bajêr civîna xwe pêk bîne û mecbûr maye li cihekê taybet civînê li dar bixe.
Heya niho zêdetirî 60 milyon Amerîkîyan dengê xwe dane. Ji van dengan 32 milyon bi awayê dengdana şexsî hatine dayîn. Li eyaletên wek Pennsylvanîa, Michigan û North Carolinayê hîn jî encam nêzî hev in.
Li gor raporan, milyarderan heya niho 1.9 milyar dolar ji bo hilbijartinan xerc kirine. Beşeka mezin yê vî pareyî çûye ji bo namzetên komarxwaz. David Kassî, rêveberê ATFê gotiye ev rewş dengê hemwelatîyên asayî kêm dike.
Çavkanî: The Guardian, Botan Times 31ê Çirîya pêşîn 2024
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...