National security became a weapon against journalism - RSF
Reporters Without Borders (RSF) has released a troubling new report, identifying national security as the new weapon deployed by states
Hunermendê Kurd Kasim Taşdoganî klîba strana xwe ya bi navê "Mîrate" weşand.
Di klîbê de ji dîmenên talankirina bajarê dîrokî Heskîfê heta peykerên zarokên ên hatine kuştin tên nîşandan.
Bi taybetî hilweşandina peykerê 34 qurbaniyên Roboskiyê yên li Amedê di klîbê de cîhê xwe digre.
Her wiha dîmenên birîna darên li herêma Botanê jî di klîbê de cîh digre.
Gotinên stranê wiha ne:
Mîrate
“Koka dara şîn
Ji bin ve nayê birîn
Bê giyan û bê hilm hiştin
Bihara me dizîn
Hebûna te zor û tade
Mayina te nema zêde
Mîrateya te ya rizî
Tenê talan tenê dizî
Ne xezeb û ne nifiran
Nakim li we mêtîngeran
Ka guh bidin vê hewarê
Ava bikin qesra starê”
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...