National security became a weapon against journalism - RSF
Reporters Without Borders (RSF) has released a troubling new report, identifying national security as the new weapon deployed by states
Parlamenterê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Baluken piştî 6 salan ji girtîgehê derketiye.
Baluken piştî cezayê xwe temam kir ji Girtîgeha Sîncanê hat berdan.
Serokwekîlê Koma HDyê Îdrîs Balûken di çarçoveya operasyona li dijî HDPyê sala 2016an da hatibû desteserkirin.
Baluken bi îdiaya "pesnê sûc û sûcdariyê daye û propagandaya rêxistina terorî kiriye" hatibû sûcdarkirin.
Îdrîs Baluken weke endamê Heyeta Îmraliyê, di pêvajoya çareseriyê da gelek caran li Îmralîyê û li Qendîlê hevdîtinan pêk anîbû û beşdarî danûstandinan bûbû.
Balûken di 4ê Mijdara 2016an da tevî Hevserokên Giştî yên HDPyê hatibû girtin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...