Îhtimal e jineka kurd bibe serokwezîra nû ya Hollandayê

Share
Îhtimal e jineka kurd bibe serokwezîra nû ya Hollandayê
Dılan Yeşilyurt -Hollanda

Wezîra edaletê ya Hallondayê Dilan Yeşilgöz, ku babê wê Dêrsimî û dayîka wê ji Behra Reş e, piştî îstifakirina Mark Rutteyî, namzeda herî berbiçav ya serokatîya partîya xwe ye.

Yeşilgöz, eger desthilatdarîya partîyê bi dest ve bîne, dibe ku bi hilbijartineke pêşwext bibe serokwezîra Hollandayê.

Yeşilgöz, 46 salî ye û ji sala 2022yan vir ve wezîra edaletê ya Hollandayê ye. Ew heta sala 2017an endama meclisa şaredarîya Amsterdamê bû.

Her çend Dilan Yeşilgöz ne namzeda yekem a dengdêrên Partîya Demokrasî û Azadîya Gelan (VVD) be jî, ji bo vê post û wezîfeyê ew wekî berendameka bihêz derdikeve pêş.

Serokwezîr Mark Rutteyê ku 13 sal in welêt bi rê ve dibe, hefteya borî aşkere kiribû ku dê ew dev ji serokatîya partîya xwe jî berde.

Li Hollandayê hikûmeta koalîsyonê ya ji 4 partîyan pêk tê, ji ber sebeb û egera neliheviya koçberî û îltîcayê roja înê têk çûbû.

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/serokwezire-hollandaye-dev-ji-siyasete-berda-1.html

Li Hollandayê serlêdanên îltîcayê yên sala 2022yan ji sê paran parek zêde bûye û hejmara serlêdanan gihiştiye 46 hezaran.

Read more