Îro salvegera koça dawî ya Aram Tîgran e

Share
Îro salvegera koça dawî ya Aram Tîgran e
Aram Tîgran

Hûnermendê mezin Aram Tîgran berîya 14 salan rojekê wekî îro  koça dawî kir.

Tîgran ê ku bi eslê xwe ermen e bi stranên xwe yên kurdî, li cem kurdan gelek dihat hezkirin.

Hunermendê nemir di axaftineke xwe da wiha gotibû;

"Ji destê min were çiqas sîlehên li dinyayê hene ez ê tev bihelînim û bikim saz, cûmbûş, zirne û ez ê li tevahîya xelkê belav bikim."

Aram bi dengê xwe yê hêmin û aram û kilam û stranên xwe yên nazik cihê xwe di dilê her Kurdekî de girtiye.

Wî hertim mîna bilbilekî dengzelal li ser kurd û Kurdistanê distirand.

Ew li ser têkilîya xwe ya bi zimanê kurdî jî wiha dibêje:

"Bavê min di 1915an da Komkujiya Ermeniyan bi rêya kurdan ji kuştina hatiye rizgarkirin.

Ji bona wê jî hertim ji min re wiha digot: Kurê min qedir û qîmetê gelê kurd zanibe, kurdan ji bîr meke.”

55 salan li ser mûzîkê xebitiye

Aram Tîgran di sala 1934an de li Qamişloyê ji dayik bûye. Bi gelek zimanan stranên xwe vegotiye û 55 salan li ser mûzîkê xebitiye.

Stranên wî yên bi zimanê erebî, kirmançkî, kurmancî, suryankî, tirkî û ermenkî hene.

Bi saya bavê xwe kêfa ji muzîkê re hatiye û eleqeya wî çûye ser. Di 9 saliya xwe da dest bi lêdana ûdê daye.

Li Radyoya Yerîvanê 18 salan xebitiye

Piştî sala 1966an çûye Yerîvana paytexta Ermenîstanê û li Radyoya Yerîvanê 18 salan xebitiye. 1995an da mala xwe biriye Atînayê û jiyana xwe li wir domandiye.

Li ser mûzîka kurdî şêwazekî bi navê Aramî ava kiriye. Şêwaza ku ava bûye dişibe muzîkên koroyê ên Ermenan.

Heta sala 1984an  li radyoya Yerêvanê xebatên xwe domandiye. Albuma xwe ya 14emîn di 74 saliya xwe da weşandiye û 2009an li Atînayê ji nîşkeva nexweş ketiye û roja 8ê Tebaxê li wir miriye.

Wasîyeta wî ya ku dixwest gora wî li Amedê be lê ji hêla desthilatdarê ve hatiye astengkirin û li Amedê nehatiye binaxkirin.

Gora wî niha li Bruksela payîtexta Belçîkayê ye û axa ku ji Amedê birine li ser gora wî reşandine.

Read more