[vîdeo] 5 pêşkêşkar, 13 bername, 13 kitabên Kurdî: Em çi dixwînin?
Li Botan Timesê li ser kitêbên Kurdî me 13 bername çêkirine. Xecê Daşxin, Seyhan Şaşmaz, Ayşe Kuran Çîçek, Mem û
Wêne: Murat Bayram, arşîv
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkîyeyê lîsteya kontenjanên dersdaran eşkere kiriye.
Îsal dê ji bo zaravayê Kurmancî 35 û ji bo Zazakî 15 dersdarên Kurdî bêne tayînkirin.
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkîyeyê ku her sal 2-3 dersdarên Kurdî tayîn dikir. Îsal dê 50 dersdarên Kurdî tayîn bike. Ji van 35 mamosteyên Kurmancî û 15 jî dê mamosteyên Zazakî bin.
Li aliyê din roja tayînkirina 45 hezar dersdaran jî wek 8ê Gulanê hate diyarkirin. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozerî dema tayînkirinê eşkere kiriye.
Ozerî gotiye "Em ê di navbera 2-6ê Gulanê de tercîhên tayinkirinê yên berbijêrên dersdarîyê werbigrin, em ê di 8ê Gulanê de jî encamên tayînkirinê eşkere bikin."
Ev du sal in li Tirkîyeyê ji bo dersên bijarte yên kurdî kampanya tê meşandin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...