B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Meclîsa Tenduristî û Ewlehîya Karî (ISIG) rapora kuştina kar ên meha Adarê 2023an parve kiriye.
Ew rapor bi girtina agahîyên ji medya, heval û malên karkeran, pisporên ewlekarîya kar, doktor û sendîkan hatiye amadekirin.
Li gor raporê, di meha Adarê da li Tirkiyeyê 130 karkeran canê xwe ji dest daye.
Daneyê raporê raber dikin ku 3 jin û 127 mêran canê xwe ji dest daye.
Stenbol bi 23 mirinên karkeran di nav bajarên Tirkîyê de li rêza pêş e û li dû wî bajarî bi 6 mirinan Meletî tê. Li Antalya 6, li Riha 6 karker mirine.
ISIG, dide zanîn ku karker herî zêde di înşaat, çandinî û barkirînê de bê ewlehî dixebitîn û jiyana xwe ji dest didin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...