B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
ÎSMEK (Qursên Perwerdehîya Pîşe û Hunerê) di bin banê Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê da qursan dide.
ÎSMEKê 3 sal berê dest bi dayîna dersa kurmancî kiribû, niha jî ji bo kirmanckî/zazakî qursê vedike.
Ji ber ku beşa zazakî (kirmanckî) beşeka nû ye qurs dê di asta destpêkê da vebe.
Zazakî asta destpêkê; Yên ku agahîyên bingehîn ên zazakî nizanin, yên ku dê nû hînî zazakî bibin, di asta herî bingehîn da, ji bo hînkirina peyvên zazakî, xwendin, nivîsandin û sazkirina têkîlîyê û pêşxistina vê ev bername hatiye sazkirin.
Qursên Perwerdehîya Pîşe û Hunerê
Di beşa kurmancîyê da çar beş hene "Kurmancî Asta A1", "Kurmancî Asta A2", "Kurmancî Asta A1-A2 Klûba Axaftinê" û "Kurmancî Asta A2 Atolyeya Xwendina Tekstan".
Li gor bernameyê dersên zazakîyê dê di 8ê Nîsanê da dest pê bike û di 22yê Tîrmehê da bi dawî bibe.
Bernameya dê 96 saetan bidome, yên bixwazin dikarin navên xwe qeyd bikin.
Ders dê rojên şemî û yekşeman di navbera 14.10-17.20an da çêbibe.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...