Îsraîlê dora bakurê Xezeyê girtiye

Share
Îsraîlê dora bakurê Xezeyê girtiye
xeze

12ê Çirîya paşiyê, 2024

Artêşa Îsraîlê vegeriyaye bakurê Xezeyê û êrîşên giran pêk anîne. Li gorî çavkanîyan, di pênc hefteyên dawîyê de 100 hezar kes koçber bûne û zêdetirî hezar kesan mirine.

Êrîşa duyemîn a li ser bakurê Xezeyê

Di sala borî de, hêzên Îsraîlê cara yekem ketin nav bakurê Xezeyê, herêmeka ku ji navendên bajarî yên qelebalix û çandiniyên biçûk ên tûtan pêk tê. Artêşê gotiye ku şervanên Hemasê di nav sivîlan de veşartî ne, lewma wan tax, nexweşxane û dibistanên ku bûne stargehên sivîlan kirine armanc.

Kuştin û koçberî

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di pênc hefteyên dawîyê de, bi êrîşên nû yên Îsraîlê 100 hezar kes koçber bûne. Hijmara kesên ku mirine ji hezarî derbas bûye. Ev statîstîk cudahiya di navbera sivîl û şervanan de nîşan nade.

Rewşa mirovî

Li gorî bijîşkekî herêmî û çend şêniyan, ji ber zêdebûna termên di kolanan de, kûçik dest bi xwarina wan kirine. "Jiyana di çar hefteyên dawîyê de, eger ez kurt bibêjim, qirkirina gelekî ye," got Îslam Ehmed (34), rojnamevanê serbixwe ji bakurê Xezeyê.

Stratejiya Îsraîlê

Du rayedarên ewlehiyê yên Îsraîlê ev rewş bi çînîna giyayê re şibandine. Her car ku komên Hemasê ji nû ve şîn tên, hêzên Îsraîlê dê vegerin û wan biçinin, gotine. Ev nêzîkatî nîşan dide ku stratejiya Îsraîlê di şerê ku niho ketiye meha 14emîn de ne zelal e.

Krîza mirovî

Li gorî paneleka piştgiriya NY, xela li bakurê Xezeyê "nêzîk" e. Berevaniya Sivîl a Filistînî diyar kiriye ku di meha borî de bi fermî operasyonên xilaskirinê li herêmê rawestandine. Li gorî agahiyên rayedaran, ji destpêka şerî ve Îsraîlê hemû alîkariyên mirovî ji bakurê Xezeyê biriye.

[Botan Times/NY Times]

Read more