Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Ajansên nûçeyan ên Sûrîyeyê û Îranê ragihandine ku Îsraîlê roja sêşemê mûşek avêtine ser avahîyeka li Şamê. Li gorî çavkanîyên Sûriyeyê, di encama vê êrîşê de heft welatî mirine ku di nav wan de jin û zarok jî hene. Avahîya armanc kirî li ser heman rêya balyozxaneya Îranê bûye ku Îsraîlê di meha nîsanê de êrîşî wê jî kiribû.
Îsraîlê leşkerên nû şandine Libnanê û taxên başûrê Beyrûdê yên ku Hizbullah lê serdest e. Hizbullahê jî êrîşên xwe yên li ser bakurê Îsraîlê zêde kirine û nêzîkî 135 mûşek berdane. Fûze li xanîyek li bakurê Hayfayê ketine. Ew bajar ji meznahîyê ve bajarê sêyemîn ê Îsraîlê ye.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu gotiye ku wan du cîgirên rêberê Hizbullahê yê kuştî "ji holê rakirine", kuştine. Wezîrê Bergirîyê yê Îsraîlê Yoav Gallantî jî gotiye ku Hashem Safieddine, kesê ku dihat payîn cîyê Nasrallah bigire, "bi ihtimaleka mezin hatiye kuştin".
Li gorî Wezareta Tendurustîyê ya Libnanê, ji destpêka şerê Xezzeyê ve zêdetirî 2000 kesan mirine û nêzîkî 10,000 kes birîndar bûne. Piranîya van mirin û birîndarbûnan di sê hefteyên dawîyê de çêbûne. Li Xezzeyê jî hejmara miriyan gihiştiye 41,900 kesî û ya birîndaran jî 97,590 kesî derbas kiriye.
Rayedarên rojavayî ragihandine ku bazirganê çekên rûsî Viktor A. Bout hewl dide bi milîsên Hûsî re li Yemenê peymanekê çêke.
Balyozê Îsraîlê yê li Neteweyên Yekbûyî jî gotiye ku Îsraîl dê li hemberî êrîşa Îranê ya hefteya borî tolê hilde.
Cîgirê serokê Hizbullahê, Naim Qassem, di axaftineka televîzyonê de gotiye ku ew piştgirîya hewldanên agirbesta pêk tînin.
Wezaretxaneya Derve ya Amerîkayê dîyar kiriye ku ev nîşan dide Hizbullah "li paş maye û êşeke mezin dîtiye".
Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ragihandiye ku ji 17ê îlonê ve herî kêm 65 karmendên tendurustîyê li Libnanê mirine û 40 kes jî birîndar bûne.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...