Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Li gor çavkanîyên fermî, Îsraîlê di êrîşên xwe yên li dijî Hûsîyan de 9 kes kuştine. Êrîş li ser benderên rojavayê Yemenê û navendên enerjîyê pêk hatine.
Balafirên şerî yên Îsraîlê li bajarê Salîfê û Ras Îsayê êrîş pêk anîn. Li gor kanala televîzyonê ya Hûsîyan El-Mesîra, li Salîfê 7 kes û li Ras Îsayê jî 2 kes mirine.
Çekdarên Hûsî ji destpêka şerî ya Xezeyê ve êrîşî gemîyên bazirganîyê dikin. Wan dîyar kiriye ku ew van êrîşan ji bo piştgirîya Filistînîyan pêk tînin.
Hûsîyan di meha tîrmehê de bi dronekê êrîşî Tel Avîvê kiribû. Di wê êrîşê de kesek miribû û çend kes jî birîndar bibûn. Îsraîlê piştî wê êrîşê li Hudeydayê çend cih bombebaran kiribûn.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...