Salekê piştî çekên hatîn şewitandin
"Sê birayên min dema gerîlla bûn hatin şehîdkirin, xezûrê min bi êşkenceyê li girtîgehê hat kuştin, Kurê min... Ew
Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê îstatîskên ser navên zarokên nû çêbûne weşandin.
Li gor îstatîstîkan, li Tirkîyê di sala 2022yan de bo kuran herî zêde Alparslan hatiye tercîhkirin û bo keçan jî Zeyneb di rêza pêş de ye.
Alparslan bo 8,366 kuran hatiye tercîhkirin û 8,870 keçik jî bi navê Zeynepê ketine qeydan.
Di sala 2022yan de hin nav jî bi tenê bo bebikekê hatine karanîn.
Ji wan navan hin Irmak Dila, Elif Evin û Dilara Hayat in.
Tarîxa Tirkan dide zanîn ku Alparslan navê wî fermandarî ye ku derîyên Anadoluyê li wan vekiriye.
Evîn, eşq e di Kurdîya Kurmancî de; elif, herfa pêşî ya Erebî ye ku li gor etîmologan koka wê û alfa ya Aramî eynî ye.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...