Mutlu Can: Ganî amancê ma yo bingeyên vilabîyayîşê ziwanê standardî bo
Avaşîn Yılmaz Bi kirmanckî/zazakî wendegehan de perwerde çin yo. Statu û resmîyetê ziwanê ma zî çin o. Ziwanê ma
Dadgeha Duyem a Asliye Cezayê, Serokê Komeleya Rojnamegeran a Bedlîsê û Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Bitlis Newsê Sînan Aygul bi 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Sînan Aygulî bi nûçeyê xwe derxistibû holê ku goştên Heyva Sor a Tirkiyeyê yên ji bo li xizanan bên belavkirin, li otela Serokê Şaxê Tetwanê yê Heyva Sor Battal Taşar û Parlamenterê AKPyê yê Bedlîsê Cemal Taşarî tên bikaranîn.
Ji ber nûçeyeke Aygulî ya 3 sal berê hatibû weşandin, dadgehê ev biryar daye ku nûçe bi ser navê “Goştên Heyva Sor li otela wekîlê AKPyê derket” hatibû weşandin.
Dadgehê di 20ê Nîsana 2023yan da ev biryar daye û duh gihîştiye ber deste Aygulî. Dadgehê bi îdiaya ku “Parêzbendiya kargehê binpê kiriye (li gorî Xala 116/2yê ya Qanûna Cezayan a Tirkan)” ev ceza li Aygulî biriye.
Ji ber ku doz li gorî “rêziknameya birîndarkirina sivik” hatiye vekirin, dadgehê ji çarê yekê cezayî kêm kiriye û daxistiye 4 meh û 15 rojan.
Çavkanî (bianetkurdî)
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...