B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Li eyaleta Hawaîîyê ya Amerîkayê ji ber agirê ku bi daristanan ketiye heta niha 101 kes mirine. Her wiha tê gotin ku 1300 kes jî wenda ne.
Li Girava Mezin û Girava Mauiyê ya Hawaîîyê di 8 tîrmehê da agir bi daristanan ketibû.
Ji ber agirî zerera herî zêde li Girava Mauiyê qewimî bû. Hat ragihandin ku li gravê 1300 kes wenda ne.
Waliyê Hawaiiyê Josh Green gotiye ku ew li bendê ne ku rojane 10 an 20 cenazeyan bibînin.
Tê çaverêkirin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden jîî di demeka nêzîk da serdana herêma karesatê bike.
Ji aliyê din ve sedema agirê ku zêdeyî 100 kesan jiyana xwe ji dest dane hê jî ne diyar e.
Çavkanî:BBC Turkçe, DW
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...