Mutlu Can: Ganî amancê ma yo bingeyên vilabîyayîşê ziwanê standardî bo
Avaşîn Yılmaz Bi kirmanckî/zazakî wendegehan de perwerde çin yo. Statu û resmîyetê ziwanê ma zî çin o. Ziwanê ma
Serokwezîrê Lûbnanê Necîb Mikatîyî dîyar kir ku ew vê mehê nikarin mûçeyên karmendan bidin.
Li Lûbnana ku krîza aborîyê lê didome, xezîneya wî di rewşeka dijwar da ye.
Serokwezîr Mîkatî piştî Lijneya Wezîran daxuyanîyek belav kir. Wî ragihandîye ku heta parlamento biryara dayîna mûçeyên karmendên kamuyê nede, ew dê nikaribin vê mehê mûçeyên karmendan bidin.
Li Lûbnana ku krîzeka giran ya aborî lê heye, hikûmetê dest danîye ser mewdûtên dolaran. Ferqa buhayê dowîzan di navbera bank û bûroyên dowîzan da nêzîkî 6 qatan e.
Li welêt êvaran ji bo teserufê ronahîyên li kolanan tên tefandin. Herwiha, li benzînxaneyan peydakirina benzîn û sotemenîyan zehmet bûye.
-
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...