Ji bo Şaredariya Esenyurtê qeyûm hat wezîfedarkirin
Wezareta Navxweyî Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ê ku duh bi şev bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin ji wezîfeyê girt û li şûna wî qeyûm tayîn kir.
Wezaretê daxuyanî da û diyar kir ku Alîkarê Waliyê Stenbolê Can Aksoy wek qeyûm ji bo Şaredariya Esenyurtê hat erkdarkirin.
Di daxuyaniya wezaretê de weha hatiye gotin:
“Daxuyaniya me ya Çapemeniyê ya têkildarî Serokatiya Şaredariya Esenyurtê:
“Şaredarê Esenyurtê Ahmet OZERê ku di çarçoveya lêpirsîna bi hejmara 2024/162302 ya Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de ji aliyê dadgehê ve bi tohmeta ku 'Endamê Rêxistina Terorê ya Çekdar PKK/KCKê ye' hat girtin. Li gorî xala 127an a Destûra Bingehîn û xala 47an a Qanûna Şaredariyê ya bi hejmara 5393an, ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve weke tedbîreke demkî ji wezîfeyê hat dûrxistin.”
“Li gorî xalên 45 û 46an ên Qanûna Şaredariyê ya bi hejmara 5393an Alîkarê Waliyê Stenbolê Can AKSOY ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve weke qeyûm ji bo Şaredariya Esenyurtê hat tayînkirin.”