National security became a weapon against journalism - RSF
Reporters Without Borders (RSF) has released a troubling new report, identifying national security as the new weapon deployed by states
Hunermend Rûken Yilmazê ji bo strana xwe ya bi navê "Yadê" klîbek weşandiye.
Di klîbê da Devrim Ozluk jî bi tembûra xwe ji Yilmazê ra hevaltîyê dike.
Muzîka stranê ji alîyê Yusuf Çelebîyî ve hatiye çêkirin.
Aranjmana wê jî ji aliyê Nurhak Kılagozî ve hatiye amadekirin.
Rûken Yilmaz ji Dihêya Sêrtê ye. Ew li Stenbolê ji dayik bûye.
Di dema xwendina Lîseyê de dest bi muzîkê kiriye. Di wan salan de beşdarî Koma Asiyan bûye.
Paşê beşdarî xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bûye.
Du albûmên wê yên bi navê "Zelî" û "Sê Çîya" hene. Herwiha çendîn klîp û sînglê jî weşandine.
Rûken Yilmaz, ji beşa mamostetiya muzîkê ya zanîngeha Marmarayê der çûye.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...