Jineka Koreyî du zarokên xwe yên nûbûyî di sarincê da veşartine

Share
Jineka Koreyî du zarokên xwe yên nûbûyî di sarincê da veşartine
zarok

Li Koreya Başûr jinekê du zarokên xwe kuştine û bi salan di sarincê da veşartine.

Li gorî nûçeya Birgünê, polîsekî ji parêzgeha Gyeonggî Nambuyê îddia kirîye ku jineka 30 salî, wê 2 zarokên xwe kuştine û nêzîkî 5 salan e ew di sarincê da veşartine.

Wisa tê zanîn ku niha jî 3 zarokên jinika koreyî hene û ji ber sebebên aborî wê her du zarokên xwe xeniqandine.

Hat beyankirin ku zarokên hatî kuştin bi tenê yek rojê li heyatê mane û piştî rojekê dayîka wan ew kuştine. Li gorî qeydî û belgenameyan zaroka ewil ya jinikê Mijdara 2018an li nexweşxaneyê hatîye dinyayê.

Hevserê jinikê di beyana xwe ya bo polîsan da wisa dide zanîn ku hevsera wê kûrtaj bûye û her du zarok ji ber kirine. Ji ber hindê ew ji van îddiayan bêxeber bûye.

Read more