Jîyana Yilmaz Guney dibe fîlm

Jîyana Yilmaz Guney dibe fîlm
yilmaz guney 2

Jiyana hunermendê navdar yê sînemayê Yilmaz Guney tê ser perdeya sipî.

Organîzator û xwediyê şirketa Midwoodê Ahmet Sanî dîyar kir ku wan ji pirtûka Fatoş Guneyê  a bi navê "Caman bişkînin bila çûk jê xilas bibin"senaryoya fîlmê amade kirine.

Li gor agahîyan amadekariyên fîlmê ev nêzîkî salek e berdewam dike.

Hat dîyarkirin kişandina fîlmê dê di meha îlonê de dest pê bike û derhenerîya wî jî dê ji aliyê derhenêrekî bîyanî ve bê kirin.

Fîlm ji bilî Tirkiyeyê li Parîsê, Cannesê û Bukreştê dê bê kişandin.

Ahmet Sanî diyar kir ku armanca sereke ya fîlm ew e ku Yilmaz Guney û sînemaya wî bi nifşên nû bidin nasîn.

Tê plankirin promiyera fîlmê berîya Tirkiyeyê, li Cannesê bê lidarxistin.

Tê payîn fîlmê di payîza sala 2024an da bê ser perdeyê.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.