Îranê bi dronan êrîşî ofîsa Mesrûr Barzanî kiriye
Dronên Îranê îro li Hewlêrê nivîsîngeha taybet a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û mala Rêveberê Ajansa Parastinê kirine
Komeleya Lêkolînan ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MER-DER) dê dersên zimanê kurdî bide. Dersên MED-DERê dê hem onlayn hem jî rûbirû bêne dayîn.
Ders, dê bi du awayan bên dayîn. Dersên onlayn, dê li ser Zoomê bin û yên rûbirû jî dê li ofîsa MED-DERê, li Dîyarbekirê bên dayîn.
Dersên kurdî dê li gorî çar astan, asta destpêkê, yekemîn, duyemîn û asta sêyemîn bêne dayîn.
Dersên zimanê kurdî dê 6ê Tîrmehê dest pê bike û hefteyê 2 rojan, rojê 2 seatan be û kargeh dê bi temamî 3 heyvan dewam bike.
Beşdarên ku bi awayekî serkeftî vê kargehê temam bikin dê belgenameya serkeftinê wergirin.
Qeydên kargehê dê heta 2yê Tîrmehê berdewam bikin.
Ji bo qeydên dersê lînkê bitikîne.

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...