Şair, wergêr û nivîskar Kawa Nemir dê li Berlinê ji bo imzekirina kiteba Ulyssesê bi xwînerên xwe ra bicive.
Bername dê di 20ê Gulanê da li Adar Schuleyê seat 18.00yê lidarxistin. Moderatorîya bernamêyê jî dê Rojda Yaşîkê, Ciwan Tengezar û Aram Zoza bikin.
Kawa Nemir kî ye ?
Şa’ir, wergêrr û nivîskar. Di 29ê Gulana sala 1974an da li Îdirê ji dayîk bûye. Li Zankoya Hacettepeyê ya Enqereyê û li Zankoya Stembolê demekê Ziman û Edebiyata Ingilîzî xwend. Piştî wê, di para Ziman û Edebiyata Yewnaniya Kevn a heman zankoyê da du salan xwend. Edîtoriya kovara mehane ya bi navê Jiyana Rewşen a keltorî, hunerî û edebî kir, di pey re jî, edîtoriya kovara Rewşen-Nameyê. Di sala 2003yan da weşanxaneyeke bi navê Bajar damezirand. Wî heta roja îro berhemên gelek şa’ir, çîroknûs, romannûs û şanonûsên bijarte yên ji edebiyata û şanoya ingilîzî, emerîkî, ayrlendî û tirkî kirine malê zimanê kurdî.
Berhemên wî: Şi’r:
Selpakfiroş, 2003
Bîşenga Deşta Dûr, 2006
Salname, 2009
Bêdengî û Tiştên Din, 2012
Kevirên Bendewariyê, 2015
Morana Gerdûnê, Bayê Labûte, haîkû, 2017
Soneyên Sewdaser, sone, 2019
Peyvên Biçûk, 2021
Kurteçîrok:
Çavdêriyên Barbarekî, 2011
Wergerên wî:
Gilgamêş û Çend Mythosên Din, mîtolocî, 2000
Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Îrlandî, William Butler Yeats, şi’r, 2002
Pêşengno! Lo Pêşengno!, Walt Whitman, şi’r, 2004
Welatê Bejî û Deh Koroyên “The Rock”ê, T. S. Eliot, şi’r, 2004
Ji Çîn û Maçînê + Hemû Berhemên Helbestî yên T. E. Hulme, Ezra Pound & T. E. Hulme, şi’r, 2005
Sisli Şehir, Jan Dost, roman, 2006
Pûşpera Gêlazan / Kirazların Haziranı, Mehmet Çetin, şi’r, li gel Lal Laleş, 2008
Diyarbekir El Sallıyor / Diyarbekir Dest Li Ba Dike / Diyarbekir is Waving Its Hands, Şeyhmus Diken, danasîna bajêr, wergera wê ya bo kurdî û ingilîzî, 2011
Naûm Faîq, nivîsên wî yên di kovara Beth-Nahrînê de, wergera wê ya bo kurdî, 2011
Taxa Filla, Migirdiç Margosyan, kurteçîrok, wergera wê ya bo kurdî, 2011
Ev nameya min e ji Cîhanê re, Emily Dickinson, şi’r, 2011
Piling, William Blake, şi’r, 2013
Xewna Şeveke Havînê, William Shakespeare, şanoname, 2013
Hamlet, William Shakespeare, şanoname, 2013
Erdên Bihuştê yên Winda, Yavuz Ekinci, roman, 2013