Kesê ku heqaret li alaya Kurdistanê kiribû niha şêwirmendê Kiliçdaroglu ye

Share
Kesê ku heqaret li alaya Kurdistanê kiribû niha şêwirmendê Kiliçdaroglu ye
gokhan anil ulukuş

Gokşen Anil Ulukuş ku ji ber alaya Kurdistanê bêrêzî li parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu kiribû, bû şêwirmendê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu.

Serokê Partîya Komarî ya Gelî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu endamê berê yê Partîya Zaferê Gokşen Anil Ulukuş wek şêwirmendê xwe wezîfedar kir.

Tayînkirina Ulukuşê ku bi nêrînên xwe yên netewperest tê naskirin li ser medyaya civakî bû babeta minaqeşeyan.

Gotinên berê yên Gokşen Anil Ulukuş ên derbarê alaya Kurdistanê da ku ji bo Parlementerê CHPyê Sezgîn Tanrikulu gotibû bûn di medyaya civakî da bû rojev.

Tweetên berê yên Gokşen Anil Ulukuşî yên derbarê alaya Kurdistanê û parlementerê CHPyê Sezgîn Tanrikulu bû sebebê goftûgo û nîqaşan.

Gokşen Anil Ulukuş sala 2020an li ser Twitterê, ji ber ku Alaya Kurdistanê parve kiribû ji Tanrikulu gotibû:

“Bêşeref, hemû têkoşîna min dê ji bo wê yekê be ku tu ji vê partiyê bêyî dûrxistin.”

Gokşen Anil Ulukuş
Ulukuş, piştî ku wek şewirmendê Kiliçdaroglu hat tayînkirin derbarê wê parvekirinê da li ser Twitterê nivîsiye: “Ez tevî wê mijarê di gelek mijaran de wek Sezgîn Tanrikulu nafikirim. Lê min biryar da ku zimanê gotinên min ne rast in. Min Tweeta derbarê Sezgîn Tanrikulu de jê bir.”

Çi bibû?

Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu 6ê Îlona 2020an li ser hesaba xwe ya Twitterê wiha nivîsî: “Ev alaya ku jê re dibêjin 'kincir', ala fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku di destûra bingehîn a Iraqê da hatiye diyarkirin. Ala, rûmeta her gel û wan welatiyan e ku di bin wê alê de dijîn. Heqaretkirina alayê dijminatiya aştiya civakî ye, nayê qebûlkirin.”

Read more