'Kesên bêdeng dimînin, şeytanên bêziman in'

Share
'Kesên bêdeng dimînin, şeytanên bêziman in'
şenyar

Emine Şenyar, ku li ber edlîyeya Rihayê 843 roj in nobeta edaletê digire, bi vê gotinê daxwaza xwe ya edaletê carekê din anî ziman:

“Yên li hemberî zilmê bêdeng dimînin, şeytanên bêziman in.”

Malbata Şenyaşarê, piştî qetilkirina endamên malbatê, li ber deriyê edlîyeya Rihayê dest bi nobeta edaletê kiribûn. Malbatê bi daxwaza mehkemekirina bersûcan, li ber deriyê edlîyeyê dest bi nobetê kiribûn ku îro 843 roj in berdewam dike. Xizmên parlementerê AK Partiyê İbrahim Halil Yıldız, du kurd û hevjînê Emine Şenyaşarê qetil kiribûn.

Emine Şenyaşara ku ji ber nexweşîyên xwe li mala xwe ya li Sirûcê nobeta xwe didomîne, li ser hesaba malbatê ya Twitterê ev peyam belav kir.

Misilmanetî, tenê ji serpûş û secdeyê pêk nayê. Îslam emir dike ku mirov adil û edaletparêz be. Yên ku li hemberî zilmê bêdeng dimînin, şeytanên bêziman in. Heta ku edalet pêk bê, dê têkoşîna me ya heqî bidome.

Çi bûbû?

14ê Hezîrana 2018an piştî êrişa pasevan û xizmên İbrahim Halil Yıldız yên li ser malbata Şenyaşaran, pevçûneka çekdarî pêk hatibû.
Di encamê de Mehmet Şah Yıldız, birayê parlamenterê AKPartiyê, esnaf Hacı Esvet Şenyaşar tevî Adil û Celal Şenyaşar, herdu kurên wî hatibûn qetilkirin.

Fadil Şenyaşarê ku bav û du birayên wî hatibûn qetilkirin, birîndar bûbû. Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargil ya Amedê dihate dermankirin. 17ê Hezîranê piştî dermankirina wî ji nexweşxaneyê derketibû. Piştî derketina ji nexweşxaneyê ew desteser kiribûn û girtibûn.

Read more