Salekê piştî çekên hatîn şewitandin
"Sê birayên min dema gerîlla bûn hatin şehîdkirin, xezûrê min bi êşkenceyê li girtîgehê hat kuştin, Kurê min... Ew

Dr. Mircea Ticleanu ya ku li Enstîtuya Romayê ya Jeolojiyê akademîsyen e diyar kir ji demên kevin ên jeolojîk ve kevirên trovant hene.
Ew bi salan bi barîna baranê wek daran qalikan li xwe zêde dikin. Her hezar salan 5 santîman mezin dibin.
Dr. Mircea Ticleanu

Li gor nûçeyeka NTVyê, Rêxistina Zanist Çand û Perwerdeyê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî ew kevir wek mîrata mirovatiyê qebûl kiriye û cihê kevir lê wek mûze îlan kiriye.
Kevir 80 kîlometreyan nêzîkî paytextê Romanyayê, Bûkreşê ye. Kevir bi dîsîplînên zanistî wek zindî nayên qebûlkirin lê ew wek kevirên zindî tên zanîn.
Baran dema dibare hin mîneralên di kevirî de dixin reaksîyonê. Bi reaksîyonê ji nava kevirî ber bi derve guvaşek çêdibe. Kevir bi vî awayî mezin dibe. Heta bekekê kevirî ji nav derdikeve û dibe kevirekê dî.
---
Wêne: depositphotos
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...