Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Weşanxaneya Avestayê di destpêka sala 2025an de berhema xwe ya pêşîyê ya bi navê "Kitêba Cilwe Mishefa Reş" derxistiye. Beşeka kitêbê ji alîyê Emîn Narozî ve ji erebî û beşa dî ji aliyê Fexriye Adsayê ve ji Ingilîzî hatiye wergerandin.
Di vê berhevoka 80 rûpelî de "Kitêba Cilwe", "Mishefa Reş" û "Nivêjên Êzîdiyan" cih digirin. Herwiha nivîseka Xanna Omerxalî ya li ser dîroka van kitêban jî di nav de ye. Nivêjên Êzîdiyan ji Kovara Hawarê hatine wergirtin û ji alîyê Idrîs Farqînî ve hatine transkrîbekirin. Fexriya Adsayê ji Ingilîzî wergerandiye.
Kultura êzdiyatiyê bi giştî kultureka devkî ye û tekstên xwe yên pîroz jî bi devkî gotine. Li gorî kevneşopa êzdiyan, wan Kitêbeka Pîroz hebûye ku li mala êzdiyekî veşartî bûye an winda bûye. Ji sala 1880yî ve, du deqên pîroz bi erebî hatine belavkirin.
Li gorî nivîsên Anastase-Marie yên sala 1911an, wî di kitêbxaneya Lalişê de qutîyeka hesinî dîtiye. Di vê qutîyê de orjînalên kitêbên pîroz ên êzdiyatiyê hatine parastin. Kitêbên orjînal li ser çermê xezalê hatine nivîsandin. Qutîya ku kitêb tê de ne bi sê mifteyan hatiye parastin û ev mifte li cem Mîrê Êzdî, Mîrê Şêxan û serkirdeyên Lalişê bûne.
Li gorî agahîyên kitêbxanevanekî êzdî, kitêbên êzdiyatiyê di eslê xwe de bi kurdî hatine nivîsandin û bi wehiyeke ji Xwedê bo êzdiyan hatine şandin. Kitêb di qutîyeke ji dara gûzê de, di şikefteke li Şingalê binaxkirî de bûye û dûre ji kurdî bo erebî hatiye wergerandin.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...