Girseyên mezin ji bo Xameneyî li Iraqê li hev civîyan - Erika Solomon, The New York Times
Bi sed hezaran kes li bajarê Necefa Iraqê ji bo rêberê dînî yê Îranê Ayetulah Elî Xameneyî civîyane. Mirovên li
Li paytexta Fransayê ya Parîsê hejmarek ciwanên Kurd Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê (KOSÎ) vekirin.
Komele dê têkilîya sînemagerên Kurd û Fransî çêbike her wiha piştgirîya sînemager û fîlmên Kurdî bike.
Komele wek berdewama Komeleya Sînemager û Televîzyongerên Kurd (KUSÎ-KURD)hatiye damezrandin.
KUSÎ-KURD, di 14ê Tîrmehê 2014an da ji aliyê hejmarek ciwanên Kurd ên li Enqerê hatibû avakirin. Piştî 2 salan ji aliyê Hikûmeta Tirkiyeyê ve hatibû girtin û cezaya madî lê hatibû birîn.
Avakarên KUSÎ-KURDê, bi heman nav û logoyê roja Înê (14ê Tîrmehê) li Parîs a Fransayê bi heman mebestê KOSÎyê vekirin.
KUSÎ-KURDê xebatên zimanî, çandî û hunerî dikirin û panel, konferansên medya û sînemayê birevê dibirin.
Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê her wiha li ser hesabê xwe yê Twitterê jî damezrandina xwe ragihandiye.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...