Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Kovara Nûbihar Akademîyê bi hejmara xwe ya bîst û duyem di îndeksên navneteweyî de cih girtiye. Kovarê di serî de ji DOAJ qebûl wergirtiye û niho yazdeh salên xwe temam kirine.
Dosyaya vê hejmarê li ser "Medreseyên Kurdan" hatiye amadekirin. Abdurrahman Adak û Şehmus Kurtî serpereştîya dosyayê kirine. Neh gotarên vê hejmarê ji alîyê zimanî ve bi kurmancî, soranî û zazakî ne.
Ji neh gotarên vê hejmarê sê heb li ser medreseyan in. Sê gotarên dî di qada edebîyata klasîk de ne. Her holê, yek gotar di edebîyata modern de, yek di ziman de û yek jî di dîrokê de hatine amadekirin.
Hejmara bîst û sêyem a kovarê dê li ser "Vegêrana Gelêrî ya Kurdî" be. Doç. Dr. Kenan Subaşı dê edîtorîya vê dosyayê bike. Xwendevan dikarin deqên tam ên gotaran ji malpera kovarê bixwînin.
Çavkanî: Nûbihar Akademî, Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...