Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Îro êrîşên Îsraîlê li başûrê Beyrûtê û derdoran wê pêk hatine. Li gorî çapemenîya fermî ya Libnanê, balafirên şerî yên Îsraîlê çar êrîşên tund li ser taxên başûrê Beyrûtê û êrîşek li ser herêma Şwêfatê pêk anîne. Nûçegihanên li Beyrûtê dengê teqînan bihîstine û dûman li herêmên hatine dîtin.
Berî vê yekê, berdevkê leşkerî yê Îsraîlê gotiye ku ew ê bersiva êrîşa Îranê ya bi mûşekan bidin, lê dem û cihê wê hê ne dîyar e. Rear Admiral Daniel Hagari dîyar kiriye ku ew ê li gorî fermana rêvebirîya sîyasî tev bigerin.
Ji alîyê din ve, Îranê hişyarî daye ku her êrîşeka Îsraîlê dê bi bersiveka "hê bihêztir" were bersivdan. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araghchi li Şamê gotiye ku ji bo her kiryarekê, dê bersiveka wekhev û hê xurttir ji alîyê Îranê ve were dayîn.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Serokê Fransayê Emmanuel Macron rexne kiriye ji ber ku wî xwestiye şandina çekan bo Îsraîlê were rawestandin. Netanyahu gotiye ku Îsraîl dê bi piştgirîya wan an jî bê piştgirîya wan bi ser bikeve, lê fedîya wan dê piştî ku şer bi dawî bibe jî bidome.
Serokê Îrlandayê Michael Higgins jî rexneya xwe li hember daxwaza Îsraîlê ya ji bo ku hêzên aştîyê yên Neteweyên Yekbûyî cihên xwe li başûrê Libnanê biterikînin, nîşan daye. Wî ev yek wek "şermezarîyê" bi nav kiriye.
Çavkanî: The Guardian
Wêne: I Stock
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...