Girseyên mezin ji bo Xameneyî li Iraqê li hev civîyan - Erika Solomon, The New York Times
Bi sed hezaran kes li bajarê Necefa Iraqê ji bo rêberê dînî yê Îranê Ayetulah Elî Xameneyî civîyane. Mirovên li
Li gorî daneyên dawî yên Midûrîyeta Giştî ya Meteorolojîyê (MGM) tê pêşbînîkirin ku li seranserê Tirkîyeyê dê germahîya hewayê 2-4 pile zêde bibin. Pispor jî dibêjîn laşê me dikare tahamûlê 40-50 pile germahîyê bike.
Wezareta Tenduristîyê jî xwestiye ku bi taybetî kalûpîr, zarok û kesên nexweşîyên wan yên kronîk hene seat di navbera 11.00-16.00an da baldartir bin û tedbîrên xwe bigrin.
Her wiha wezaretê hişyarî daye ku ji bilî şert û mercên mecbûrî di van saetan de dernekevin derve.
Pisporan jî li ser germahîya ku derketiye lûtkeya herî bilind, lêkolîneka girîng parve kirin.
Lêkolîn ji alîyê lêkolînerên Zanîngeha Roehampton a Londonê ve hatiye weşandin.
Di lêkolînê da tê gotin ku di laşê mirovî da sînorê "germahîya krîtîk ya jorîn" heye. Ji ber wê laşê me dikare tehamûlê 40 û 50 pile germahîyê bike.
Ger laşê me rastî ji vê germahîyê zêdetir bê wê demê dibe sedema gêjbûn, serêş û bêhişbûnê.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...