Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Serdozgerîya Komarî ya Mêrdînê li dijî nûçegihana JINNEWSê Oznur Degerê lêpirsîn dest pê kiriye. Lêpirsîn piştî berteka wê ya li hemberî gotinên zayendperest ên polîsekî hatiye destpêkirin.
Serdozgerîya Komarî ya Mêrdînê li ser nûçegihana JINNEWSê Oznur Degerê bi îdîaya ku "heqaret li wezîfedarê dewletê kiriye" lêpirsîn vedikir. Lêpirsîn rojekê piştî bûyerê dest pê kiriye.
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê nûçe dişopandin, di encama êrîşa balafireka bêmirov a biçek de hatibûn kuştin. Di dema serdana şîna Bîlgîn a li Midyada Mêrdînê de, polîsekî gotinên zayendperest li Degerê kirine. Li ser vê yekê, rojnameger Degerê jî bertek nîşanî polîs daye.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li ser mijarê daxuyaniyek daye û wiha gotiye: "Em pergala ku gotinên zayendperest ceza nake û rojnamegeran ceza dike qebûl nakin. Em li gel hevala xwe ne."
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...